Di doza Alan Kurdî de biryar hat dayîn

Dadgeha Bodruma Muglayê, li ser doza Alan Kurdiyê ku li ber deryayê Egeyê termê wî hatibû dîtin biryar da.

K24 - Enqere

Dadgeha Bodruma Muglayê, li ser doza Alan Kurdiyê ku li ber deryayê Egeyê termê wî hatibû dîtin biryar da. Ji bo 2 gumanbarên ku ji ber xeniqandina penaberan dihat sûcdarkirin 4 sal û 2 meh cezayê hepsê hat dayîn.

Muwafaka Alabashê 36 salî û Asem Alfrhadê 35 salî ku der barê mirina Alan Kurdî, dayik û birayê wî de ji ber qaçaxtiya penaberan wek girtî dihatin darizandin bi 4 sal û 2 meh cezayê hepsê xwarin.

Her du gumanbaran bi 35 sal cezayê hepsê dihat darizandin. Kesên hatibûn girtin bavê alan Kurdî sûcdar dikirin.

Alan Kurdî di 2'ê Îlonê sala 2015'an de li gel malbata xwe ji deryayê Egeyê derbasî Ewropayê dibûn lê belê bota ku lê siwar bûbûn noq bû. Mirina Alan Kurdî li hemû cîhanê deng veda.

Fly Erbil Advertisment