Daxwaza rakirina parêzbendiya HDPyiyan tê kirin

Niqaşên li ser rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDPê kurtir bûn. Fezlekeyên bo rakirina parêzbendiyên hevserok û 3 parlamenterên HDPê radestî Serokwezîrtiyê hatin kirin.

K24 - Enqere

Niqaşên li ser rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDPê kurtir bûn. Fezlekeyên bo rakirina parêzbendiyên hevserok û 3 parlamenterên HDPê radestî Serokwezîrtiyê hatin kirin.

Wezareta Dadê, fezlekeyên bo her du hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û hevseroka KCDê Selma Irmak, parlamenterê Enqerê Sirri Sûreyya Onder û Parlamenterê Îzmîrê Ertugrul Kûrkçê ku bo rakirina parêzbendiya wan amade kiribû, ji bo serokwezîrtiyê şand.

Beriya niha Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi daxuyaniyekê gotibû êdî divê dozger karên xwe bikin û herwiha Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî destnîşankiribû ku divê êdî fezleke neyên sekinandin.

Bi hatina fezlekayan Parlamenterên CHPê û HDPê nerazîbûna xwe nîşan dan. Cîgirê Serokê Koma CHPê Levent Gok nerazîbûna xwe nişan da û got: “Derbarê parêzbendiyan de, helwesta CHPê aşkere ye. Ji bilî parêzbendiya kursiyan, ji bo hemû sûcan divê parêzbendî bê rakirin. Mafê tu parlamenterî nîne ku tawanan bike.”

Li aliyê din, HDPê daxuyakirin ku ew ji bo rakirina parêzbendiya 550 parlamenteran amade ne û bo vê yekê daxwaza guhertina destûrê kir. Herwiha li dijî Serokkomar û AKPê jî nerazîbûn hat nişandan ku gava cih li wan teng dibe fezlekeyan tînin rojevê.

Cîgirê Serokê Koma HDPê ÎdrÎs Baluken derbarê mijarê de wiha axifî: “Em li derê behsa rojeva rast ya welêt dikin. Hinek kes pêdagir in ku rojeva rast biguherin û bo vê yekê jî dest bi lînçkirinê dikin. Bo berevajîkirina rastiyê, hewldanên mezin didin.”

Hejmara fezlekeyên heta niha gihiştiye ber destê komisyona parlamentoyê ya destûr û dadê 469 e. Li gorî vê yekê 278 fezleke derbarê parlementerê HDPê, 138 derbarê parlamenterê CHPê, 41 derbarê parlamenterên AKPê û 12 jî derbarê parlamenterên MHPê de ne. 59 parlamenterên HDPê di parlamentoyê de ne û derbarê 41 parlamenteran de fezleke hatine amadekirin. Parlamenterê herî zêde derbarê wî de fezleke hatiye amadekirin bi 57 fezlekeyan Selahattin Demirtaş e.

Fly Erbil Advertisment