Niqaşên li ser fezlekeyan berdewam in

Daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ya wek, piştî gotûbêjkirina bûdçeyê bidawî bibe, dê gotûbêjên li ser fezlekeyan destpê bikin, bû cihê niqaşên mezin.

K24 Enqere

Li Tirkiyê niqaşa li ser rakirina parêzbendiyê berdewam e. Daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ya wek, piştî gotûbêjkirina bûdçeyê bidawî bibe, dê gotûbêjên li ser fezlekeyan destpê bikin, bû cihê niqaşên mezin.

Fezlekeyên derbarê parlamenterên HDPê de ji serokwezîrtiyê bo Parlamentoyê hatin şandin. Piştî vê yekê Serokwezîr bi daxuyaniyekê îdia kir ku nerazîbûneke mezin li dijî wan parlamenteran heye û sinyalên gotûbêjkirina fezlekeyan da. Daxuyaniyên Davutoglu li parlamentoya Tirkiyê bûn cihê nerazîbûnê.

Parlamenterê HDPê yê Îzmîrê Mûslûm Doğan di vê derbarê de got: “Tirsa me kesî ji van fezlekeyan nîn e. Lê belê tu fêdeya vê yekê ji bo prosesa siyasî tüne ye. Bi ser de prosesa siyasî tevlîhevtir û aloztir dibe.”

AKP bi îdiaya ku li hemberî Tirkiyê hin lîstikên nû tên lîstin piştevaniya gotinên serokwezîr dikin û daxwaz dikin ku fezlekeyên bo parlamenterên din yê HDPê jî radestî parlamentoyê bên kirin.

Parlamenterê AKPê yê Denizli Cahît Ozkan jî li ser mijarê wiha axifî: “Bendewarî heye ku parêzbendî bên rakirin û bi vê yekê cezayên pêwîst bên dayîn. Em jî wekî AK Partiyê, inşallah, em ê nehêlin ku di bin vê sîwana pîroz de parastina terorê were kirin û bi hatina fezlekeyan çi pêwîst be em ê bikin.”

Li aliyê din, MHP jî li ser rakirina parêzbendiyan, piştgiriya AKPê dike lê belê CHP ne di heman fikrê de ye û dibêje gava Davutoglu derbarê mijarê de bi wan re biaxive ew dê ji wî daxwaz bikin ku ji bilî parêzbendiya kursiyan, parêzbendiya hemû parlamenteran bê rakirin.

Fly Erbil Advertisment