Rakirina parêzbendiyê rojeva Tirkiyê germ kiriye
Fezlekeyên derbarê parlamenterên HDPê de ketin rêza yekemin a rojeva partiyên siyasî yên Parlamentoya Tirkiyê de. Derbarê fezlekeyan de partiyên siyasî hevdû rexne dikin û ji hev cuda difikirin.

K24 - Enqere
Fezlekeyên derbarê Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û her sê parlamenterên din de gehiştin Parlamentoya Tirkiyê. Ev yek jî bû sedema nîqaşeke zêde. Rayederaên HDPê jî derbarê vekişîna parlamentoyê de tekez dikin ku biryareke wan a bi vî rengî tune ye.
Fezlekeyên derbarê parlamenterên HDPê de ketin rêza yekemin a rojeva partiyên siyasî yên Parlamentoya Tirkiyê de. Derbarê fezlekeyan de partiyên siyasî hevdû rexne dikin û ji hev cuda difikirin.
AKP û MHPê xwestin ku tenê parêzbendiya parlamenterên HDPyî were rakirin. CHP û HDPê jî daxwaza xwe dubare kirin û xwestin ku parêzbendiya hemû parlamenteran were rakirin.
Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Markar Esayan derbarê mijarê de wiha axifî: "Rakirina parêzbendiya parlamenteran û darizandina wan bo herkesî baş e. Ev yek birêvebirina demokrasiyê ye. Dibe ku parlamenter wek bêsûc jî bên dîtin. Her tişt dê di çarçoveya yasayî de be.”
HDPê jî serdema nîqaşa rakirina parêzbendiyê, wek “bi agir çûna ser benzînê” nirxand û bal kişande ser raboriya Yekitiya Ewropayê. Li aliyê din Baluken li ser pirsa rojnamegeran ya wek “gelo hûnê dest ji parlamentoyê bikişînin an an?” diyar kir ku wan wekî partî nîqaşa vê yekê nekiriye û biryareke bi vî rengî neda ye.
Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken got: "Em ê ji ber wan astengên ku AKP datîne pêşiya me, dest ji banga xwe ya demokratik û daxwaza xwe ya bo çareseriya siyasî bernedin.”
Rayedarên CHPê jî ragihandin ku helwêsta wan a derbarê parêzbendiyê de neguherî ye û herwiha ew fam nakin ka çima partiyên din ên siyasî di çarçoveya rêgezan de, nêzîkî vê mijarê nabin. Berdevka CHPê Selin Sayek Boke li ser heman mijarê nerînên xwe wiha anîn ziman: "Bi salan e CHP dibêje ku ji bilî parêzbendiya kursiyan divê parêzbendiya hemû parlamenteran were rakirin.”
Li aliyê din mijara li ser destura nû ya di parlamentoyê de her berdewam bû. Partiyên opozîsyonê derbarê amadekirina destura nû de mînaka yaseya darbeyê dan û xwestin ku di warê demokratîkbûna Tirkiyê de careke din hemu partiyên siyasî li ser maseyekê bicivin.