Hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê kir
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê di boriya bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê dest pê kir.

K24 – Navemda Nûçeyan
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê di boriya bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê dest pê kir.
Li gor ajansa “Rueters” li ser zarê berpirsekî Wezareta Petrolê belav kiriye, ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê dest pê kiriye, ku rojane nizîka 600 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê digihe baraza cîhanî.
Berî sê hefteyan, boriya petrola Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê hatibû teqandin, di demekê de ku Herêma Kurdistanê ji ber daketina nirxê petrolê, şerê DAIŞê û hatina hejmarek mezin ji penaberan, di krîzeke aborî re derbas dibe, bandoreke du carî li Herêma Kurdistanê kir.
Li gor wê çavkniyê, ji ber rawestandina hinartina petrolê, nêzîkê 233 milyon dolar ziyan gihêşt Herêma Kurdistanê.