Redkarên Wîjdanî dixwazin bibin tevgereke aştiyê

Li Paytexta Tirkiyê, Enqerê îro Redkarên Wîjdanî di çarçoveya xebatên atolyeyî de hatin gel hev û li hemberî polîtîkayên şer, milîtarîzm û sexîzmê banga ragihandina redkariya wijdanî û rêxistinîbûnê kirin.

K24 – Enqere

Li Paytexta Tirkiyê, Enqerê îro Redkarên Wîjdanî di çarçoveya xebatên atolyeyî de hatin gel hev û li hemberî polîtîkayên şer, milîtarîzm û sexîzmê banga ragihandina redkariya wijdanî û rêxistinîbûnê kirin.

Redkarên Wijdanî xwe wek tevgereke li hemberî şer bi nav dikin û armanca wan a sereke ew e ku bi tu awayî nebin aliyê şer û milîtarîzmê. Kesên ku bi vê armancê tên cem hev çûna leşkeriyê red dikin û hewl didin bibin tevgereke mezin ya aştiyê da ku dawî li şer û tundîtujiyê were.

Herwiha ji bo vê yekê li gelek bajaran çalakiyan saz dikin û dixwazin bigihin zêdetir kesan. Di vê derbarê de Aktivîst û Redkarê Wijdanî Muhammed Cihad ji Kurdistan24ê re got: “Atolyeya Redkariya Wijdanî, ji wan çalakiyên me ne ku ne tenê li Enqerê, li gelek bajarên din jî em saz dikin. Evna ya sêyemîn e. Mixabin redkariya wijdanî car caran tê rojevê, lê zû ji rojevê derdikeve. Gava yek bi çavê derve dinêre dibêje çawa ev yek li Tirkiyê dibe pirsgirêk. Lê belê ev li Tirkiyê pirsgirêke mezin e. Em jî heta ji dest me were em dixwazin ev mijar were rojevê û bo vê yekê jî em çalakiyên wiha saz dikin.”

Li Tirkiyê Redkariya Wijdanî ya pêşî di sala 1989an de ji aliyê Tayfun Gonul ve hate ragihandin. Piştre hejmara kesên çûna leşkeriyê red kirin û bo vê yekê redkariya xwe ya wijdanî ragihandin zêde bû û di 15ê Gulana 2013an de bi 90 kesan Komeleya Redkariya Wijdanî hat damezrandin.

Sal bi sal endamên vê komeleyê zêde dibin û ji bilî mêran bi sedan jîn jî li hemberî polîtîkayên serbazî redkariya xwe ya wijdanî radighînin. Rojnameger û Redkara Wijdanî Atlas Aslan jî nerîna xwe wiha anî ziman: “Pêşî ne wekî jinekê, wekî rojnamegerekê min redkariya wijdanî nas kir. Gava min dozên darbeya 28ê Sibatê û 12ê Îlonê de dişopandin, min di wan dozên leşkerî de, dest bi jêpirsîna mîlîtarîzmê kir û paşê ez gihiştim wan jinên redkarên wijdanî û bûm yek ji wan.”

Çalakgerên komeleyê dibêjin redkariya wijdanî mafê her kesekî ye û gelek sazî û dezgehên navdewletî piştevaniya wan dikin û dibêjin bo vê yekê jî eger kesek bixwaze redkariya xwe ya wijdanî rabighîne divê netirse û dereng nemîne..

Parêzer û Hevserokê Komeleya Redkarên Wijdanî Gokhan Sosyal li ser heman mijarê got: “Tu dezgeh û sazî nîn e ku piştgiriyê nedin me. Li Yekîtiya Ewropayê car caran hevdîtinên me çê dibin. Ji ber ku ev mijar bi mafê mirovan re têkildar e. Bo Tirkiye vî mafî nas bike, Neteweyên Yekbûyî jî di nav de em bi gelek saziyên navdewletî re peywendiyan datînin.”

Redkariya Wijdanî mafekî mirovan yê navneteweyî û mafê azadiya olî û wijdanî ye û ev maf ji aliyê Encûmena Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan hatiye mîsogerkirin. Tirkiye jî yek ji wan dewletan e ku endamê damezrêner yê Encûmena Ewropayê ye. Lê belê mafê Redkariya Wijdanî bi awayekî pratîkî di yaseyan de bicih nekiriye. Herwiha gelek caran ji ber vê yekê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan ve hatiye darizandin û cezayê pereyan lê hatiye birîn.

Fly Erbil Advertisment