Tirkiyê: Di nav birîndaran de 12e biyanî hene

Di heftiya borî de teqîne li Enqerê çêbûbû, di encamde 37 kesan canê xwe ji destdabûn, TAKê berpirsyaretiya xwe ji wê teqînê re ragehandibû.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendrûstî ya Tirkiyê ragehand ku, di nava birîndarên teqîna Stanbolê 12e welatiyên biyanî hene.

Derbarê teqîna Stanbolê ku, tê de heta niha û li gor Parêzgarê Stanbolê 5 kesan canê xwe ji dest dane û 20ê din jî birînarbûnê.

Derbarê teqênê Wezareta Tendûristî ya Tirkiyê di kongiryekî rojnamevanî de ragehand ku, di nava wan 20 birîndaran de 12e kesên biyanî hene.

ji aliyê xweve jî Wezareta Deve ya Israyîlê ragehand ku, du welatiyên wê di teqîna Stanbolê de birîndarbûne.

Berpirsekî Tirk ji Reutersê re ragehandibû ku, ew teqîn Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) encam da ye.Lê heta niha PKKê berpirsyaretiya xwe ji teqînê re ranegehandiye.

Di heftiya borî de teqîne li Enqerê çêbûbû, di encamde 37 kesan canê xwe ji destdabûn, TAKê berpirsyaretiya xwe ji wê teqînê re ragehandibû.