Eger heye DAIŞ êrîşî dibistanên cihûyan li Tirkiyê bike

Duh, Isralî hişdarî dabû welatiyên xwe yên ku li Tirkiyê dimînin wî welatî bicih bihêlin.

K24-Navenda Nûçeyan

Televîzyona SKY News ko li Brîtanyayê weşan dike duh, ragihandibû Îsraîl ji tirsa DAÎŞê, bang li welatiyên xwe yên li Tirkiyê dijîn kirûbû ku, wî welatî biterikînin.

Li gor idiaya SKY Newsê hefteya borî çend endamên DAÎŞê li Tirkiyê bajarê Dîlokê hatine binçav kirin û di lêpirsîna wan de hatiye zanîn ku, DAÎŞ dê êrîşê dibistana zarok û navendên ciwanên cihûyên Tirkiyê bike. Ji ber vê yekê polîsên Tirkiyê li wan navendên cihuyan bergiriyên mezin yên ewlekariyê wergirtiye û Îsral jî banga terikandina Tirkiyeyê li welatiyên xwe kiriye.

Li Tirkiyeyê bi taybetî jî bajarê Stenbolê hejmarek berbiçav cihû hene û ligel sazî û dezgehên sivîl xwedî gelek dibistan û navendên perwerdehiyê ne. Ji wan ya herî navdar jî Dibistanên Musevî ya Taybet a Ulusê ye.

Duh, Isralî hişdarî dabû welatiyên xwe yên ku li Tirkiyê dimînin wî welatî bicih bihêlin.

Fly Erbil Advertisment