AKPê bo şarevaniyên BDPê yasayek nû amade kir
Duh, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Hafîze Ipek bi tometa endambûn di rêxistinekî terorîste de hate girtin.

K24-Enqerê
Hikûmeta AK Partî ji bo şarevaniyên BDPê yasayek nû amade kir. Li gorî yasayê eger pewendiya şarevanî bi rêxistina terorê re bê dîtin, dê şaredar ji karbêne dûr xistin û li şûnê qeyûmek bê erkdarkirin.
Berpirsê Rêveberiyên Herêmî yê AK Partiyê Mihemed Ozhasekî, di Parlamentoya Tirkiyê de pirsên rojnamevanan bersivandin. Ozhasekî got, xebatên xwe yên yasayî derbarê şarevaniyan de temam kirine û ewê di demeke zû de pêşkêşî Serokwezîrê bikin.
Ozhasekî derbarî şarevaniyên HDPê de got, du mijar hene, ya yekê xerab bikaranîna erkê ye, ya duyem jî bi rêxistina terorê re pêwendî danîne. Ozhasekî got, kî bi terorê re bikeve pêwendiyê dê ji kar bêne dûrxistin û şûnê Wezareta Navxwe yan jî Parêzgar hin kesan wek qeyûm erkdar bikin.
Ozhasekî da zanîn, divê biryara vê siyaset bide û hê diyar nîne ku, Serokwezîr vê dipejirîne yan na.
Duh, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Endama Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Hafîze Ipek bi tometa endambûn di rêxistinekî terorîste de hate girtin.