Berdana Can Dundar û Erdem Gul ji aliyê CHPê ve tê xwestin
Bi tometa ku, wan razên dewletê aşkere kirine her du rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatine girtin.

K24-Navenda Nûçeyan
Serokê CHPê yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu beriya doza Can Dundar û Erdem Gul daxuyaniyek nivîskî belav kir û hêviya yekser azadberdana wan kir.
Di Daxuyaniya Serokê CHPê ya derbarê rojnamevan de wiha hate gotin:"Dadgeha Bilind biryarek gelek baş da û bi vê yekê aloziya ku di civakê de çêbu bidawî kir. Dadgeha Niştecih jî li gel biryarê tevgeriya. Lewma problema di nava darazê de çêbuyî çareser bû. Niha bûyer dîsa tê axaftin. Hêvî dikim daraz dîsa biryarek girêdayî ya Dadgeha Bilind bide û civak jî ji vê aloziyê rizgar bibe"
Bi tometa ku, wan razên dewletê aşkere kirine her du rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatine girtin.