Li Setnbolê pêşangeha "Bûkên Zarok" ve bû

Ev proje bi navê "Bûkên Zarok" tête binakirin. Wênesaz û beştarvanên vê pêşengehê dixwazin balê bikşînin ser pirsgirêka civakî û dengên ev zaroka bigîhînin dinyayê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f6f049b7-83bb-4d6d-b546-ddabdfedb873/PesengehaWene.ism/manifest

K24-Stenbol

Li Setnbolê di nav projeyeke civakî de pêşengeheke wêneyan hate vekirin. Ev pêşengeha wêne keç an jî kurên ku, hê temenê wan nehatîye zewacê û zewicîne balê dikşîne ser wan.  Wênesaz û beştarvanên vê pêşengehê Selvî Sertdemîr 12 salê xwe de hatibû zewicandin. Ser vê babetê Selvî Sertdemîr wiha dibêje: "Ez 13 salî bûm û zilamê min jî 15 salî bû em zewicîn. Me nizanibû jiyan çî ye, em bûn bûk û zava."

Zarokên ku dibin bûk an jî zava di vê dema pêşketî de jî pirsgirêkeke civakîye.Li Setnbolê navçeya Beşîktaşê Navenda Çanda Aktarê di nav projeyeke civakî de pêşengeheke wênan hate vekirin. Ev pêşengeha wêne keç an jî kurên ku hê temenê wan nehatîye zewacê û dizewicînin balê dikşîne ser wan. 

Ev proje bi navê "Bûkên Zarok" tête binakirin. Wênesaz û beştarvanên vê pêşengehê dixwazin balê bikşînin ser pirsgirêka civakî û dengên ev zaroka bigîhînin dinyayê. Wênesaz û berdevkê pêşengehê Gulîzar Kiliç armanca vê pêşengehê ji K24ê re wiha bilêv dike: "Bi vê pêşengehê me xwest balê bikşînîn ser zarokên bûk. Di dema me de  hêjî ev pirsgirêkên civakî berdewam in. Mebesta me ewe ku ev pirsgirêk çareser be. Bi çalakîyên xwe yê hunerî emê evana her gav bînin ziman. Daxwazeke me yek jî ewe ku bala dinyayê jî bikşînin. Ev pêşengehê emê bibin gelek deverên Ewropayê jî."

Beşdarvanê vê pêşengehê Selvî Sertdemîr hê di 13 salîyê xwe de wexta hê zarok bû bûbû bûk. Sertdemîr berî vê pirojeyê bixwe zarokek çawa bûye bûk jiyaye û naxwaze ku kesekî din têkeve vê rewşê.

Derbarê vê mijarê Wênesaz Selvî Sertdemîr ji K24 re wiha axifî:"Em bi wan resman bale dikşînin ser zarokên bûk û dixwazin ku zarok nebin bûk. Ez bixwe 13 salîyê xwe de hatim zewicandin. Hê zarok bûm bûm bûk, ana ez naxwazim ku zarokek bibe bûk an jî zava.Ez bi dilxweşî beşdarî vê projeyê bûm. Ez dixwazim hemû zarok dilşad bin. Ji bo vê pêşengehê min di serê xwe de qehremanekî çîrokê çêkir ku balê bikşînim ser zarokên bûk."

Fly Erbil Advertisment