Tirkiyê tometên rêxistina Amnesty redkirin

Di heftiya borî de rêxistina Lêborîna Navdewletî(Amnesty) Tirkiyê tometbar kirbû ku, ew bi zorê penaberên Sûriyê vedgerîna welatên wan.

K24-Navenda Nûçeyan

Tirkiyê tometên rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty derbarê vegerandina penaberên Sûriyê bo welatên wan bi zorê redike.

Derbarê vê yekê de, Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir tê de tometên rêxistina Lêborîna Navdewletî(Amnesty) ku ew bi vegerandina penaberên Sûriyê bo welatên wan bi zorê tometbar dikirbû redkirin. Da zanîn ku ew li ser siyaseta xwe ya derbarê pêşwazîkirina penaberan de berdewam in.

Di heftiya borî de rêxistina Lêborîna Navdewletî(Amnesty) Tirkiyê tometbar kirbû ku, ew bi zorê penaberên Sûriyê vedgerîna welatên wan.

Li gor amarên Tirkiyê 2 milyona penaberên Sûriyê li Tirkiyê hene.

Fly Erbil Advertisment