Li Tirkiyê banga xwedî derketina li zarokan hat kirin
Beriya mehêkê 45 zarokên li wargehên weqfa Ensar diman rastî tacîz û tecawiza mamosteyekî hatibû

K24-Enqerê
Li Tirkiyê nîqaşên li ser îstismarkirina zarokan û Weqfa Ensar berdewam e. Seroka Giştî ya Baskê Jinan ya CHPê Fatma Kose û Berdevka Meclîsa Jinan ya HDPê Besime Konca ji ber îstisrmakirina zarokan nerazîbûn nîşanî hikûmetê da û banga xwedî derketina li zarokan kir.
Nîqaşên derbarê Weqfa Ensar û îstirmarkirina zarokan her ku diçe kûrtir dibe.
Her du partiyên sereke yên muxalefetê HDP û CHP nerazîbûn nîşanî helwesta hikûmetê û AKPê ya li hemberî îstismarkirina zarokan û da zanîn ku hikûmet bi bêdengiya xwe piştevaniya wan kesên tecawizkar dike.
Seroka Giştî ya Baskê Jinan ya CHPê Fatma Kose nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên AKPê yên derbarê mijarê de da û bangî hemû hemû jin û dayikan kir ku li hemberî îstirmarkirina zarokan bibin yek deng û yek helwest.
Derbarê vê babetê Seroka Giştî ya Baskê Jinan ya CHPê Fatma Kose wiha ji K24ê re axifî:"Zarokên me taca serê me ne, em wekî jin û dayikan û hemû kesên xwedî nirxên mirovane, em tehemûl nakin ku navê zarokên me bi taciz û tecawizê were bibîranîn."
HDPê balkişand li ser îstismarkirina li hemberî zarokan ya di girtîgehan de jî diyar kir ku, wan pêşniyazpirsek li parlamentoyê kiribû îstarkirina li hemberî hemû zarokan were lêkolînkirin, lê belê pêşniyazpirsa wan bi hevkariya AKP û MHPê ve hat redkirin û her du partiyan bi vê yekê ispat kirin ku ew piştgiriyê dide îstirmakirina zarokan. HDPê daxwaz li komisyona li dijî îstirmarkirina zarokan ya parlamentoyê kir ku, digel îstismarkirina zarokên li Weqfa Ensar, derbarê wan zarokên li girtîgehan têne îstirmarkirin jî lêkolînê bikin.
Derbarê vê mijarê Berdevka Meclisa Jinan ya HDPê Besime Konca wiha ji K24ê re got:" Divê komisyona ku li parlamentoyê hatiye avakirin, demildest, Weqfa Ensar di serî de li gelek saziyên din lêkolînê bikin û îstismarkirina zarokan derxîne holê. Herwiha divê ev komisyon derbarê tacîz û tecawizên li hemberî wan zarokên di girtîgehan de ne jî lêkolînê bike û berpirsiyaran ceza bike."
Beriya mehêkê 45 zarokên li wargehên weqfa Ensar diman rastî tacîz û tecawiza mamosteyekî hatibû. Partiyên muxalefetê xwestin li parlamentoyê komisyonek were avakirin da ku bûyera li Weqfa Ensar vekole. Lê belê AKPê ev yek qebûl nekir û Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Sema Ramazanoglu jî xwedî li Weqfa Ensar derket û got: "Yekem care li vê weqfê bûyereke bi vî rengî pêk tê çênabe ji ber careke ev weqf were reşkirin."