Li Almanya 6 hezar zarokên penaber winda bûne
Di sala 2015an de û li gor amarên UNHCR yek milyon û 200 hezar kes ji Rojhelata Navîn, Efrîqa û Asaya ya Navîn giheştine welatên Ewropayê .

K24-Navenda Nûçeyan
Li Almanya di sala 2015an de 6 hezar zarokên penaber yên ku, ji Rojhelata Navîn, Efrîqa û Asaya ya Navîn hatîne wendabûne.
Li gor raporên hin medyayên Almanyayê ragehandin ku, bi hezaran zarokê ku, temenê wan di bin 14e salî de ne û bi tena serê xwe hatine Almaniya li wî welatî winda bûne.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Karûbarên malbata Almanyayê di daxuyaniyekê de berî niha û di Sûbata borî redkir ku, zarokên temên wan kêmî 14e salî li Almaniya wenda bibin.
Di sala 2015an de û li gor amarên UNHCR yek milyon û 200 hezar kes ji Rojhelata Navîn, Efrîqa û Asaya ya Navîn giheştine welatên Ewropayê piraniya wan li Almaniya bicih bûne.