Cedan Elî: Pêkanîna hilbijartinan reveke ji rastiya li ser erdê heyî

Îro, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê bi rêve çûn, Kurdan jî bi hemû partiyên xwe ew hilbijartin paykotkirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b6a9e16b-9f90-46e2-b7ac-9e175e16e7a3/bas%20la%20halbjardni%20parlamantari%20suriya.ism/manifest

K24- Navenda Nûçeyan

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li Herêma Kurdistanê Cedan Elî ragehan ku,biryara pêkanîna hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê ji aliyê Serokê rejîma wî welatî Beşar Esed bazdaneke ji rastiya ku, li ser erdê heye.

Derbarê hilbijarinên Parlamentoya Sûriyê ku, îro bi rêve diçin, Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li Herêma Kurdistanê Cedan Elî ji K24ê re wiha got: "Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di xwaze ji xelkê re bibe diyarî kirin ku, li Sûriyê jiyan birêve diçe û tiştek li Sûriyê nîne."

Cedan da zanîn ku, biryara pêkanîna hilbijartinan  ji aliyê Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed reveke ji rastiya ku, li ser erdê heye. Aşkere kir ku, pêkanîna wan hilbijartinan ti bandora xwe li ser civînên kongreya Cenêv3.

Îro, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê bi rêve çûn, Kurdan jî bi hemû partiyên xwe ew hilbijartin paykotkirin.

Fly Erbil Advertisment