Sûriyê encamên hilbijartinên Parlamentoyê ragehand
Di 13ê vê mehê de hilbijartinên perlementoya Sûriyê hevdem ligel destpêkirina gera siyem a danustandinên aştiyê birêve çûn, hilbijartin jî tenê di wan navçeyên di bin desthilata rejîma Sûriyê de çêbûbûn.

K24- Navenda Nûçeyan
Rejîma Sûriyê encamên hilbijartinê perlemantoyê yên ku, di 13ê vê mehê de hatibûne encamdan ragihand.
Derbarê ragehandina derencamên hilbijartinana Serokê komîteya Dadgeriya Bilind a hilbijartinan li Sûriyê Hîşam El-Şear di kongirekî rojnemevanî de navê berbijarên serkeftî di hilbijartinên perlementoyê de ragihandnin ku, bi gotina wî bêtir ji 5 meliyon welatiyên Sûriyê dengê xwe bi kar aniye.
ev hejmara bilind ya kesên ku, dengê xwe bikaranîn ji hejmara sala 2012an bêtir bû, ku ew hilbijartin piştî mehekî ji danîna destûrek nû li Sûriyê hatine pêkanîn.