Tirkiyê bersiva Human Rights Watch dide
Li gor amarên rêxistina Human Rights Watch 30 hezar penaber di encama şerê dawî yê DAIşê û opozîsyona Sûriyê reviyane û li ser sînorê Tirkiyê û dixwezin derbasî wî welatî bibin.
.jpg)
K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Tirkiyê redike ku, wan penaberên ji şerê DAIŞê û opozîsyonê li Helebê reviyayîn û ber bi sînorê Tirkiyê ve çûne gulebaran kiribe.
Rêxistina mafên Mirovan Human Rights Watch Hikûmeta Tirkiyê tometbarkirbû ku, wan welatiyên sivîl yên ji şerê DAIŞê û grûpên opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê reviyabûn û ber bi sînorê Tirkiyê ve çûbûn gulebaran kirine.
Derbarê wan tometan Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir tê de ew tometên ji aliyê rêxistina Human Rights Watch redkirin û got ku, Tirkiyê 3ê milyon penaberên Sûriyê li ser erda xwe vedihewîne.
Li gor amarên rêxistina Human Rights Watch 30 hezar penaber di encama şerê dawî yê DAIşê û opozîsyona Sûriyê reviyane û li ser sînorê Tirkiyê û dixwezin derbasî wî welatî bibin.