Li Tirkiyê bandora şer li ser têkçûna civakê tê nirxandin

Derûnînas diyardikim ku, bandora şer li ser aliyên şerdikin û bajarên ku, şer tê de heye xirabe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c4fe800f-da44-4a02-b993-51b7eb99a9dc/SeruPevcunLiSerDeruniyanXeteriyanPeydaDik.ism/manifest

K24-Enqerê

Li Bakûrê Kurdistanê, bi dehan sale şer û pevçûn dem bi dem bi berdewamî pêkdihat. Lê yekem car şerê li nav navçe û bajaran ku di 8-9 mehên dawî de pêktên bi her awayî dibe egera têkçûyîna derûniya civakê. Derûnînas ji Kurdistan24 re radigihînin ku, him aliyên ku şer dikin û him jî civaka ku, di nav de şer tê kirin, ji ber nediyariya paşerojê tarvmayên giran derbas dikin.

Di nav 2 mehên dawî de, agahiyên ku, hezar endamên hêzên ewlehiya Tirkiyeyê xwestine îstifa bikin yan jî ciyên wan bên guhartin. Hin nameyên ku, dîsa ji aliyê endamên ewlehiya Tirkiyeyê ve bo rojnamevanan hatibûn birê kirin û weşandin. Nûçeyên ku, têde tê diyar kirin dê hêzên ku, şer dikin dê ji bo heremên li qerexê behrê ne û geşt û guzarî lê tê kirin, bên vaguhastin.  Û  herî dawî jî nûçeyên ku, radigihînin dê derûnînas ji bo tedawiya endamên hêzên ewlehiyê bo Bakûrê hatine şiyandin. Aliyê travmatîk yê şer rave dike.

Derûnînas M. Basrî Çelîk, ji Kurdistan24 re bandora şer ku, li ser aliyên bihevre şer dikin nirxand û dazanîn ku di serdemên şer de, mirovên şer dikin, ji haydariyên jiyana rojane dûr dikenin û travmayan dijîn. Pêdiviya wan bi tedawiyên cure reng heye û yekem pêngav jî rawestandin û xilaskirina şer e. derbarê vê mijarê Derûnînas M. Basrî Çelîk ji K24ê re wiha got: "Tên li vir şer dikin, lê dibêjin "gelo malbatên me li stembolê, li Anqereyê, Yalova û Bûrsayê çewanin gelo?" dijîn-najîn, gelo ez bimrim ewê çewa bibin? Gelek bandorên mezin hene ku dike. Şer li ciyê ku pêktê tenê bandor nake. Raste şer li Nisêybînê pêktê, lê bandora xwe li Sînopê, li Bûrsayê heta li Ewrûpayê û her ciyekî dike."

Ji ber şer, alozî û qedexeyên li Bakûrê Kurdistanê çendî navçe bi temamî vala bûbûn û bi sed hezaran welatiyan mal û ciyên xwe di cîh de hiştin û keçber bûn. Basrî Çelîk balkiaşnd ku ji bo mirovan xeyal û hêvî, remzên jiyanê ne û civakên wiha travma bijîn,  ji jiyane xwe tên qut kirin û bê tu hêvî dimînin, ji K24ê re wiha axifî: "Travmayên xwezayî  yên wek zelzele, nexweşînê mirov dikare, di mêjiyê xwe de çareser bike ango tedawiya wan hêsan e. Lê belê travmayên ku bi destên mirov tên peyda kirin, xeteriyên gelek kûr peyda dikin û bandorên giran dikin. loma jî tedawî û çareseriya wan jî gelek zehmet e."

Basrî Çelîk diyar kir ku, herî zêde jin û zarok nerênî bandor ji şer dibînin û balkişand ew zarok ti tiştekî jibîr nakin. Çelîk ragahnd ku, bihûşt û cenima mirovan ji serpêhatiyên wan yên zaroktî peyda dibe û zarokên bi wan travmayan mezin dibin jî, ji zarokatiya wan cenim peyda dibin.

Fly Erbil Advertisment