Kirby: Tirkiye nahêle medyaya serbixwe karê xwe bike

Berdevkê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kirby dibêje, Tirkiye nahêle medyaya serbixwe karê xwe bike û li Tirkiyê meylek metirsîdar her diçe bilind dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kirby dibêje, Tirkiye nahêle medyaya serbixwe karê xwe bike û li Tirkiyê meylek metirsîdar her diçe bilind dibe.

Kirby, li paytext Washingtonê civîna çapemenî ya rojane li dar xist. Ser pirsa astengkirina Berpirsê Ajansa Sputnikê Tural Kerîmov ku nehatibû hîştin bikeve Tirkiyê û dest danîna kartê rojnamegeriyê de got, ew her roj, li ser astengkirina azadiya rojnamegeriyan diaxivin. Mixabin Tirkiye jî di nav wan de ye. Ew dibînin ku, li Tirkiyê meyla astgkirina rojnamegeriya serbixwe her diçe bilind dibe û vê yekê metirsîdar dibînin.

Kirby got, Tirkiye nirx û pîvanên xwe di destûra xwe de bicih kirine û ew dixwazin Tirkiye xwedî van pîvanan derkeve.

Kirby da zanîn ew demokrasiya Tirkiyê girîng dibînin û dixwazin ku ev demokrasî bo bercewendiya hemû gelan kar bike.

 

Fly Erbil Advertisment