Firokeyên rêjîmê Taxa Şêx Meqsûd bombebaran dike
Firokeyên rêjîma Sûriyê taxa Şêx Meqsûd ya Helebê bombebaran kir, 6 sivîl birîndar in.

K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên rêjîma Sûriyê taxa Şêx Meqsûd ya Helebê bombebaran kir, 6 sivîl birîndar in.
Li gor çalakvanên bajarê Helebê ji K24ê re ragihandin, ku Firokeyên rêjîma Sûriyê îro demjimêr 17:00 Şêx Marûf ya er bi taxa Şêx Meqsûd ya Kurdan li Helebê bombebaran kir.
Herwiha çalakvanan ragihandin, di encamê de heta niha 6 kesên sivîl bi giranî birîndar bûne, ku di nava wan de zarok û jin hene. Herwiha birîndar bo nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurdî li Şêx Meqsûd hatin veguhastin.
Ji 16 meha Sibatê ve taxa Şêx Meqsûd ji aliyê grûpên îslamî vet ê topbarankirin û heta niha bêhtirî 800 kes birîndar bûne.