Asayîşa Rojava Ofîsa Partiya Yekîtî û PDK-S li Til Temir girt

Berî niha jî hejmarek mezin ji nivîsgehên partiyên Kurdî bi fermana Asayişa Rojavayê Kurdistanê hatine girtin.

K24- Qamişlo

li bajarê Til Temir yê Rojavayê Kurdistana, Asayîşa Rojava her du nivîsingehên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriyê(PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd girtin.

Derbarê vê mijarê Çavkaniyekî alîgirê PDK-S li wî bajarê ji K24ê tekez kir ku, Hêzêekê ji Asayişa Rojava bê ku sedemên girtina ofîsan bidin diyarkirin û bi zorê nivîsgehên wan daxistin.

Li gor peyamnêrê K24ê li ser zarê wî çalakvanî Asayîşê ji wan re gotiye ku, fermana girtina her du ofîsan ji emîdariya giştî ya Asayîşa Rojava hatiye û ew nikarin cîbecî nekin.

Berî niha jî hejmarek mezin ji nivîsgehên partiyên Kurdî bi fermana Asayişa Rojavayê Kurdistanê hatine girtin, ew patrî jî partiyên endamin di encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne.