Cotkarên Kobanê: Divê Rêveberiya Xweser alîkariya me bike

Têkçûna mûsimê, jiyana cotkar û karkerên Kobanê dijwar kiriye.
kurdistan24.net

Kobanî (K24) – Têkçûna mûsimê, jiyana cotkar û karkerên Kobanê dijwar kiriye, ji ber ku beşa pir a jêdera aboriya deverê li ser çandiniyê û berhemên wê ne, cotkar jî daxwaza alîkarî û çereseriyan dikin, wek danîna projayên avdanê ji çemê Ferat pêşiniyar.

Piştî têkçûna mûsima îsal a cih û genim bi sedema nekatina baranê, rewşa cotkarên Kobanê zehmet bûye û êdî nikarin pêdeviyên çandiniyê ji bo sala bê peyda bikin, ji ber wê yekê daxwaza alîkarî û piştgiriyê ji aliyên pêwendîdar ên Rêveberiyê Xweser dikin.

Têkçûna mûsimê ji bo xelkê Kobanî tê wateya karesetê, ji ber ku jêdera sereke ya aboriyêm li ser çandiniyê ye. Herwiha xwediyên patozan û karkirên çinînê jî gilî û gazincan ji têkçûna mûsimê dikin, ji ber ku dema berhema baş ji zeviyan neyên rakirin, dahata wan jî kêm dibe.

Li gor daneyên Rêveberiya Aboriyê, ji sedî 80 a rûbera çandiniyê li herêma Kobanê, bejî ye û li ser ketina baranê ye, ji ber wê yekê cotkar daxwaz dikin ku pirojeyên avdana zeviyan ji çemê Ferat werin cibicîkirin.