Serokê nû yê HAK-PARê hate hilbijartin
Peyama vê kongireyê çareseriya demokratîke ji bo pirsgirêka kurdan.
.jpg)
K24-Enqerê
Kongreya Awarte ya Yekemîn ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi beşdariya endamên partiyê û delegeyanû mêvanên cûrbicûr li dar ket. Di kongreya HAK-PARê ji bo bidawîanîna operasyona û bo prosesa çareseriyê ji nû ve dest pê bike bang li hikûmetê hate kirin û hem jî ji PKKê hate xwestin ku, ew deste xwe ji çekan bikişîne.
Li paytexta Tirkiyê Enqerê li otela Demontiyê Kongreya Awarte ya Yekemîn ya HAK-PARê bi beşdariya Kemal Burkay, parlamenterê AKPê Orhan Mîroglu û Wekîlê Wezreta Rewşenbîriyê yê Hikûmeta Kurdistanê Dr.Salar Osman, rewşenbîr, nivîskar Û hûnermandan pek hat.
Di destpêka kongreyê de pêşî dîwan hate hilbijartin bişûnde jî li pêşberî şehîdên Kurdistanê rawestîna bo hurmetê, axaftina mêvanan, hilbijartina komîsyonan, axaftina derbarêra portan de û xebatên li ser guherîn û veguherîna rêznameyê hatin xwendin. Beriya hilbijartinê di kongreya HAK-PARê de 50 îmzehatin berhevkirin ku siyasetmedarê Kurd Refîk Karakoç tenê wekî namzet bê hilbijartin.Di encama vê hilbijartinê de Karakoç piraniya dengan wergirt û bû Serokê Giştîyê HAK-PARê.
Derbarê vê mijarê SerokêGiştîyê HAK-PArê Refîk Karakoç wiha ji K24ê re got:"Di bernameya me de projeyeke bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî heye, li ser çareserkirina Komara Tirkiyê jî heye. Em bangÎ PKKê dikin dibêjin dev ji çekan berdin. Çekên xwe bixin bine erde. Piştre jî ji dewletê re dibêjin bi kuştin û mirinê ev mesele çareser nabe. Dev ji operasyonan berdin."
Di kongreya HAK-PARê de li ser prosesa çareseriyê, rawestandina operasyonan û şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê hem li hikûmetê hem jî li PKKê banghate kirin. Hate xwestin ku, PKK destê xwe ji çekan bikşîne û wan çekan bin erdbike.
Ji hikûmetê jî hate xwestin ku, dawî li operasyonan bîne û li gelrê xistin û partiyên din yên Kurdan jî rûne da ku, çareyekê peyda bike.
Derbarê vê babetê de Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay ji K24ê re wiha axifî:
"Projeyeke hikûmetê tûne bû heta niha. Dewletê dixwest PKK dev ji şer berde, dev ji çekan berde. Temam PKK dev ji çekan berde em jî wê dixwazin, lê piştî wê, divê heqên Kurdan bêne naskirin. Projeyek lazim e. Destûra bingehîn tê gûhertin van rojan. Divê ew destûr birastî bibe destûreke demokratik. Riya çareseriyê fedaralî ye. Yanî divê Tirkiye bi bedewlete federal. Kurd jî bidestê xwe Bakurê Kurdistanê îdare bikin."
Herwiha Wekîlê Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê Dr.Salar Osman wiha got:
Ev kongireyê mana û wateya xwe heye,him li Bakur him li Başur him li Rojava him jî li Rojhilat, çar parçeyên Kurdistanê qonexekî zor hessas û dijwar de derbas dibe. Peyama ev kongireyê ji bo hemû kurdan peyama aştiyê ye.Peyama vê kongireyê çareseriya demokratîke ji bo pirsgirêka kurdan.
Herwiha peyama herî giring ku, di kongreya HAK-PARê hate ragihandin jî li ser Kurdistanê bû. Hate diyar kirin ku, di vê hemû rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdistanê, di çarçoveya çareserkirin û bi destxistina mafên gelê Kurdistanê yên ziman, çand û xakê li dor hev bicivin û hevkariya têkoşîna rizgarkirina ne tenê Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê bikin.