Pêwîstiya xelkê Holê bi pêdiviyên jiyanê hene

Piştî demeke dirêj ji koçberiyê bi sedema desteserkirina DAIŞê ji herêmê re û şerê di navbera wan û YPG de, xelkên Holê vedegerin malên xwe, lê ev xelk nikarin jiyana xwe bi rê ve bibin, herwiha pêwîstiya wan bi pêdiviyên jiyanê hene.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1b447077-2d8b-405d-b0b8-76ccc826d30d/hol-heseke.ism/manifest

K24 – Hesekê

Piştî demeke dirêj ji koçberiyê bi sedema desteserkirina DAIŞê ji herêmê re û şerê di navbera wan û YPG de, xelkên Holê vedegerin malên xwe, lê ev xelk nikarin jiyana xwe bi rê ve bibin, herwiha pêwîstiya wan bi pêdiviyên jiyanê hene.

Xelk Holê, tenê bi giyanên xwe û hin alavên malê yên sereke gihiştin Holê, lê Rêveberiya Xweser ji K24ê re diyar kir, ku ew hewl didin pêdiviyên xelkên Holê bicih bînin.

Ev nêzî şeş mehan e bajarokê Holê ji DAIŞê paqij bûye, lê Asayîşa Rojava dibêje, bi sedema hebûna mayînan û êrîşên DAIŞê ji vê deverê re, wan nedihişt xelk vegerin.

Bi sedema şer û êrîşên firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî hin mal hatina rûxandin. Ji aliyekî din ve, rewşa xwendinê li vê deverê pir aloz e, çimkî DAIŞê tevahiya dibistanan girtibû, êdî pêwîst e ku etmosfîrekî nuh ji jiyanê û xwendinê re bête peydakirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment