Meşa CHPê ya “Roja Ciwanan” hate qedexekirin
Meşa Partiya Gel a Komarê (CHP) ku biryar bû sibe were kirin, hate qedexe kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Meşa Partiya Gel a Komarê (CHP) ku biryar bû sibe were kirin, hate qedexe kirin.
CHP xwe amade dikir, ku bi boneya 19ê Golanê “Roja Ciwanan” bi tevlîbûna Serokê wê partiyê Kemal Kiliçdaroglu li paytexata Tirkiyê Enqereyê meşek lidar bixe. Lêbelê meş ji aliyê Parêzgeriya Enqereyê ve hate qedexe kirin. Parêzgerî nivîsek şand ji Navenda Giştî ya CHPyê re û bi hinceta hesesiyetên rojane ew destûrê nadin meşê.
Lêbelê CHP derbarê meşa ciwanan de bibîryar e û ji hesaba xwe ya fermî ya twîtirê de ragihand, ku ewê sibe 22:30an de ji Gûven Parkê heta Anitkabîrê bimeşin.
Di demên dawî de li gelek sazî û dezgehên medyayê yên Tirkiyê de belav bûbû, ku dê DAIŞ di 19ê Golanê de çend çalakiyên bombeyî pêk bîne. Li ser vê yekê Ewlekariya Giştî ya Tirkiyeyê jî hişyarî dabû parêzgehiyan.