Kilîç: Divê dadwer xwe ji siyasetmedaran dûr bixin

Serokê berê yê Dadgeha Destûra Tirkiyê, rexne li dadwerên Dadgeha Bilind ku beşdarî ger û geştên Serokomarê Tirkiyê dibin kir û got, divê dadwer xwe ji siyasetmedaran dûr bixin û bo axaftina wan çepikan lênedin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Dadgeha Destûra Tirkiyê, Haşim Kilîç ku, 8 sal Cîgirtiya Serokatiya Dadgeha Destûrê û 9 sal jî serokatiya wê kiriye, derbarê rojeva Tirkiyê de bi rojnameya Cumhuriyetê re hevpeyvînek kir.

Kiliç got, Serokomarê Tirkiyê pêwendiyen xwe bi partiya xwe re nebirî ye û wek partiya desthilat partiyên dijbere rexne dike, di rewşek wiha de, divê serokên dezgehên dadwerî beşdarî geştên wî nebin.

Haşîm Kiliç da zanîn li Amerîkayê tu carê Serokên dadgehên bilind li ber Serokê Amerîkayê ranabin ser piyan û bo axaftinên wî jî çepikan lê nadin

Serokê nû yê Dadgeha Bilind Ruştu Cîrît, beşdarî civîn û çalakiyên Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibe û di peyamên xwe de wî wek "serokê dewletê" binav dike. Ev yek di rojeva Tirkiyê de bûbû mijara nîqaş û rexneyan.

Fly Erbil Advertisment