Arif Teyfûr: Di operasyonê de 140 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Bi dirêjahiya 23ê kîlometireyan sînorê navçeya Xazir rizgar bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Berpirsê Mihwerê Xazir yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Arif Teyfûr ragehand ku, piroseya rizgarkirina navçeyên Kurdistanî yên sinorê Xazir bi xwîna 4 pêşmerge û birîndarbûna 34an bi dawî hat, da zanîn ku, 140 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.
Derbarê encamên operasyonê Berpirsê Hêzên Pêşmerge li Mihwerê Xazir Arif Teyfûr di kongireyeke rojnamevanî de encamên operasyona rizgarkirina deverên Xazir kir û aşkere kir ku, bi dirêjahiya 23ê kîlometireyan sînor rizgar bû, herwiha 9 gundên pêkhateya Şebek û Kakayiyan ku, DAIŞê zilimûzorî li wan dikirin hatin rizgarkirin.
Teyfûr amaje bi wê yekê jî kir ku, li wan navçeyên hatîne rizgarkirin careke din cotyar dê vegerin ser karên xwe, herwiha hinek kombanîyên petrolê bi hatina DAIŞê ew dever cîhiştibûn, ew jî dê vegerin li ser karê xwe.
Her derbarê proseyê de Berpirsê Mihwer diyar kir ku, fermandeya Hêzên Pêşmerge yên Zêrevanî, fermandeya Dihok, fermandeya Hêzên Piştîwanî û Leşkerên Roj di poerasyonê de başdarbûbûn.
Herwiha di beşeka din a kongirê rojnemevanî de behsa rola tîmên pizîşkî hate kirin.