"Kesên ku, berpirsê ENKSê revandine dê werin sizakirin"
"Ew kesên nenas ên Serokê Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li bajarê Amûdê revandine û êşkence kirine lêkolîn li ser wan tên kirin. "
K24-Amûdê
Cîgirê Serokê Desteya Navxweyî ya Kantona Cizîrê Hesen Heso ragehand ku, ew kesên nenas ên Serokê Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li bajarê Amûdê revandîn û êşkence kirîn lêkolîn li ser wan tên kirin û dê li dadgeha Gel werin sizakirin.
Şeva borî Serokê Xwecihiya bajarê Amûdê Yunis Esad ji aliyê kesên nenas ve hate revandin, piştî ew kes wî direvînin êşkence dikin.
Derbarê vê mijarê Cîgirê Serokê Desteya Navxweyî ya Kantona Cizîrê Hesen Heso ji K24ê re wiha got: "Ew kesên nenas ên Serokê Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li bajarê Amûdê revandine û êşkence kirine lêkolîn li ser wan tên kirin û dê li dadgeha Gel werin sizakirin."
Heso da zanîn ku, xwepêşandan mafê her kesî ye, lê divê her kesê ku, bixwaze derkeve xwepêşandanan muhletê ji Rêveberiya Xweser werbigrin.
Îro, saet şeşê êvarî li bajarê Amûdê weke nerazîbûnek li ser revandina Serokê Xwecihê yê ENKS û girtina çend serkirdeyên partiya Yekîtî xwepêşandan bi rêve çûn.