Li Hezexê du leşkerên Tirkiyê birîndar bûn

Li navçeyê jî pevçûn berdewam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Hezexê navbera endamên PKKyê û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket 2 leşker birîndar bûn.

Îro danê sibê komek endamên PKKyê xwestin ku,bikevin navçeya Hezexê. Lêbelê navbera wan hêzên ewlekariyê de şer derket.

Li gor zanyariyên pêşîn 2 leşker birîndar bûne. Tê gotin çend endamên PKKyê jî canê xwe ji dest dane. Li navçeyê pevçûn berdewam e.