Li Diyarbekirê KCD, HDPê û DBPê bangawazî kirin
Biryare di 5ê Hezîranê de, li qada îstasyona Diyarebkirê mîtîngekî lidarbixin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê Kongreya Civaka Demokratîk KCDê, Partiya Demokratîk a Gelan HDPê û Partiya Heremên Demokratîk DBPê; bangawazî kirin ku, welatî bi girseyî beşdarî Mîtînga Diyarbekirê bibin û nerazîbûna xwe li dijî destwerdanên ku, li ser kesên bi îradeya gel hatine bijartin nîşan bidin.
Li Diyarbekirê Kongreya Civaka Demokratîk KCDê, Partiya Demokratîk a Gelan HDPê û Partiya Heremên Demokratîk DBPê; bangawazî kirin ku, welatî bi girseyî beşdarî Mîtînga Diyarbekirê bibin û nerazîbûna xwe li dijî destwerdanên ku li ser kesên bi îradeya gel hatine bijartin nîşan bidin.
Endamên Desteya Amadekariya Mîtîngê, ragihandin ku ewê bi şiyara "Destwerdanan li îradeya me nekin" dê di 5ê Hezîranê de, li qada îstasyona Diyarebkirê mîtîngekî lidarbixin.
Evdila Eflatûn Cigirê Serokê Giştî yê DBPê, diyar kir ku ew bi mebesta şermezar kirina, bombebaran kirin û têkbirina erdnigarî, civak û nirxên li Kurdistanê dê vê mîtîngê lidar bixin. Eflatûn dazanîn ku şeradar û paralamenterên ku bi îradeya welatiyên Kurd hatine bijartin, tê xwestin ku, bi rêyên ne rewa bên girtin û ceza kirin û ew jî vî tiştî qebûl nakin.
Parlamentera HDPê Nûrsel Aydogan jî balkişand ku, di 5ê Hezîrana 2015-an de, di mîtînga HDPê de bombe hatibû teqandin û bi dehan welatî hatibûn kuştin. Aydogan diyar kir ku hewla tasfiye kirina HDPê jî, di wê dîrokê de destpê kiribû û ji ber vê yekê, wan jî ji bo mitîngê 5ê Hezîranê bijarti ye.