Tirkiyê bersiva parlementoya Ewropayê da

Sibe jî li parlementoya Almanyayê derbarê jenosîda Ermeniyan de dê dengdayînek bi rê ve biçe. Tê çaverekirin ku, Almanya Jenosîda Ermeniyan qebûl bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim derbarê dengdayîna jenosîda Ermeniyan a li parlementoya Ewropayê nerazîbûn nîşan da.

Yildirim got di sala 191an de bûyerên ku, li serê Ermeniyan hatiye bûyerên êşdar in. Di şert û mercên şerê cîhanê de, asayî ye ko bûyerên bi vî rengî rû bidin. Dengdayîna li parlementoya Almanyayê hewldaneke sosrete. Ew hêvî dikin ko parlementoya Ewropayê bûyerên 1915an wekî jenosîd qebul neke. Nexwe dê pêwendiyên wan û Almanyayê xisar bîbîne.

Di sala 1915an de Dewleta Osmanî sedan hezar Ermenî kuştibûn. Heta niha gelek dewlet vê bûyerê wekî jenosîd penase kiribû.

Sibe jî li parlementoya Almanyayê derbarê jenosîda Ermeniyan de dê dengdayînek bi rê ve biçe. Tê çaverekirin ku, Almanya Jenosîda Ermeniyan qebûl bike.