Li Nisêbînê teqîn: 12 leşker birîndar dibin
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li avahiyekê de bombe teqiya, di encamê de 12 serbaz birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li avahiyekê de bombe teqiya, di encamê de 12 serbaz birîndar bûn.
Operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyê li Nisêbînê berdewam dikin. Îro varê di avahiyekê de ku leşkerên Artêşa Tirk lêgerîn dikirin, teqîne teqînekê rû da.
Li gor agahiyên destpêkê 12 leşker di bin avahiya rûxiyayî de man û hat ragehandin rewşa tendirustiya hin serbazan giran e.
Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) beriya 4 rojan ragehandibû, tu hêzek wan li navçeya Nisêbînê nemaye lê çend sivîl hê jî li wê derê hene.
Li navçeya Nisêbînê, roja 14'ê Adarê qedexeya derketina derve hatibû ragehandin û hê jî berdewam dike.