Li Minbicê 15e keçên Êzdî hatin rizgarkirin

Heta niha di operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê de, HSD 28 gund li derdora wî bajarokî rizgarkirine.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Minbicê ku, dikeve bakurê Sûriyê 15e keçên Kurd ên Êzdî hatin rizgarkirin.

Derbarê rizgarkirina wan keçan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de wiha gotibû: "Di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ve 15e keçên Kurd ên Êzdî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin."

Rewangehê da zanîn ku, ew keçên Êzdî di Hezîrana 2014an dema çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Şingalê kirîn hatibûne revandin, bêyî ku ti zanyariyên din aşkere bike.

Heta niha di operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê de, HSD 28 gund li derdora wî bajarokî rizgarkirine.