Tirkiye: Li kampeke penaberên Sûrî destdirêjiya li ser zarokan

Karmendekî kampa Nizîb ya li Dîlokê destdirêjiyê li 8 zarokên penaber yên Sûrî dike, dadgeke Tirkiyê jî fermana 108 sal zîndan lê sepand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Karmendekî kampa Nizîb ya li Dîlokê destdirêjiyê li 8 zarokên penaber yên Sûrî dike, dadgeke Tirkiyê jî  fermana 108 sal zîndan lê sepand.

Karmedekî kampa Nizîbê ya penaberên Sûrî, hat tuhmetbarkirin ku destdirêjî li 8 zarokên penaber kiriye. wî karmendî ku navê wî nehatiye ragihandin, zarok beramberî 5 leyreyên Tirkî (1.7 dolar) li avdestên kampê destdirêjiya li ser zarokan dikir.

Herwiha tê gûmankirin jî, ku wê karmendî destdirêjî li 30 zarokên din jî kiribe, lê malbatan ji ber tirsê ti gilî nekirine. Dadgeheke Tirkiyê fermana 108 sal zîndan li wî sepand.

Rêveberiya kampê jî ragihand, ku tedabîrên baş standiye, bo ev pirsgirêkê careke din dubare nebe.

hercar, rêxistinên ne fermî radigihînin, ku zarokên penaber yên di kampan de rastî destdirêjê tên, lê her destdirêjî li ser zarok û jinan têne kirin.

Li Tirkiyê bêhtir ji 2 milyon û 700 hezar penaberên Sûrî lê dimînin, dora 250 hezar penaber jî di kampan de dijîn. Kampa Nizîb jî 11 hezar penaber lê bicih dibin, herwiha nêzîkî kampa Zarte ye, yak u di meha Nîsanê de Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel serdana wê kiribû.

 

 

Fly Erbil Advertisment