Hewlêr: Biryara bidarvekirina 7 tawanbarên terorê hat dayîn
Dadgeha Tawanê ya Hewlêrê, biryara bidarvekirina 7 kesên ku destê wan di teqîna navçeya Enkawayê de hebûn, da. Herwiha 10 tawanbarên din jî cezaya hetahetayîyê lê hatin sepandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Tawanê ya Hewlêrê, biryara bidarvekirina 7 kesên ku destê wan di teqîna navçeya Enkawayê de hebûn, da. Herwiha 10 tawanbarên din jî cezaya hetahetayîyê lê hatin sepandin.
Rêbeberiya Giştî ya Dijî Terorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê 17 kes bi tuhmeta pêwendî û plandanana encamdana teqîna navçeya Enkawayê girtibûn. Dadgeha Tawanê ya Hewlêrê biryara bidarvekirina 7 tawanbaran û zîndankirina 10 tawabarên din da.
Di 17ê Nisanê ya sala 2015an de, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê nêzîkî Konsolxaneya Amerîkayê, DAÎŞ êrîşek bombeyî pêk anîbû û di encamê de 3 kesan çanên xwe jidest dabûn û 5 kesên din jî birîndar bûbûn.
Di nava qurbaniyan de, du xortên ji Bakurê Kurdistanê yên bi navê Bilind Onen Sadettîn şen canên xwe jidest dabûn.