Tirkiyê Rapora Parlamentoya Ewropayê redkir
Rapor, di warê azadiya rojnamevanî û pirsa kurdî de rexneyên giran li Tirkiyê dike û destnîşan dike ku, Tirkiye ji "Pîvanên Kopenhangê" dûr dikeve.

K24-Navenda Nûçeyan
Tirkiyê Rapora Parlamentoya Ewropayê qebûl nekir û paşde vegerand. Di raporê de rexneyên giran derbarê mafê mirovan û pirsa kurdî de li Tirkiyê hatibûn kirin.
Rapora ji hêla Katî Pîrî Endama Parlamentoya Ewropayê ve hatibû amadekirin, ji hêla Selîm Yenel Nûnerê Berdewamî yê Tirkiyê li Yekîtiya Ewropayê, radestê Parlamentoyê hat kirin.
Rapor di dengdana 14ê Nîsanê de, hemberê 133 dengên neyînî, bi 375 dengan ji hêla Parlamentoya Ewropayê ve hatibû qebûlkirin.
Ev duyemîn rapor û 6'emîn belgeya Parlamentoya Ewropayê ye ku ji hêla Tirkiyê ve nayê qebûlkirin.
Rapor, di warê azadiya rojnamevanî û pirsa kurdî de rexneyên giran li Tirkiyê dike û destnîşan dike ku, Tirkiye ji "Pîvanên Kopenhangê" dûr dikeve.