Malbata Ocalan dê serdana wî bikin

Herî dawî malbata Ocalan, 6ê Cotmeha 2014an û bi helkefta cejna Qûrbanê serdana wî kiribûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî bi dawî hatina pêvajoya aştiyê û destpêkirina şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyê de, destûr nehat dayîn şandên HDPê û malbata Ocalan serdana wî bikin. Tê gotin wê di Cejna Remezanê de malbata Ocalan biçe Îmraliyê.

Li gor rojnameya Cumhûriyet ya Tirkiyê, wê di Cejna Remezanê de malbata Rêberê PKKê Abdûllah Ocalan serdana wî bikin. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan jî got ku, wê bi boneya Cejna Remezanê weke malbat serlêdanê bikin ku, hevdîtinekê ligel birayê xwe bikin.

Herwiha tê gotin ku, wê di nîvê meha temûzê de destûr bê dayîn ku, Mehmet Ocalan biçe Îmraliyê û behsa wê yekê tê kirin ku, Ocalan wê bi wê rêyê peyamekê bide raya giştî.

Ev nêzî 15 mehane, ti hevdîtinek ligel Ocalan nehatiye kirin. Herî dawî malbata Ocalan, 6ê Cotmeha 2014an û bi boneya cejna Qûrbanê serdana wî kiribûn. Şanda HDPê jî herî dawî 6ê Nîsana 2015an serdana Ocalan kiribûn.

Fly Erbil Advertisment