Li Qamişlo hin bazirgan kersteyên jiyana rojan e vedişêrin
Di 7ê vê mihê de, deriyê Pêşabûrê li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê hate vekirin.
K24-Qamişlo
Ji ber metirsiya ku, hin bazirganên mezin li Roavayê Kurdistanê kersteyan di komgehan de veşêrin ,da ku bi nirxekî buhatir bifroşin , welatiyên bajarê Qamişlo çevdêriya li bazaran pêwist dibînin .
Zeyt şekir birinc û hin madeyên bengehîn di jiyana rojane de careke din bi nirxekî erzantir li bazarên bajarê Qamişlo têne dîtin, ew yeke jî piştî vekerina dergehê sêmalka ji aliyê başûrê Kurdistanê ve bi helkefta meha remezanê bû.
Li gor xwedanê dûkanan vekerina dergeha sêmalka
Vekirina deriyê pêşabûrê bandorek raserast li ser daketina nirxê keresteyên dike, di demkê de ku, welatiyên Rojavayê kurdistanê di rewşeke abûrî ya zehmet de derbas dibin.Vekirina xala sînorî ya sêmalkayê bû sedema vejînkirina tevgera kirîn û firotinê libazarên Rojavayê kurdistanê
Lê Welatiyên bajarê Qamişlo tekez dikin ku, hin bazirgan bi nirxê kerestiyan dilîzin û hewldidin ku, madeyên sereke di jiyana rojane de li jêr kontrola xwe behêlin, pêwiste aliyên berpirsyar li deverê rêgiriyê li pêşiya vê diyaredyê bigrin û çavdêriyê li tevgera bazirganiyê bikin.
Di 7ê vê mihê de, deriyê Pêşabûrê li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê hate vekirin.