Li Tirkiyê rêjeya herî zêde ya xwekuştinê li Bakur e

Derûnînasan bal kişande ser wan salên 90î û dan zanîn ku, rewşa derûniya gelê bakûrê Kurdistanê ji ber aloziyên salên 90î ji xwe xirab bûbû.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/29b8c42a-74aa-423a-aef0-4d9886b77702/RejeXweKushtinTU%C4%B0K.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê, rêjeya wan kesên ku, xwe dikûjin li gorî cîhanê ber bi zêdebûnê ve diçe. Li gorî Saziya Îstatîstîk ya Tirkiyê (TÛÎK)rêjeya wan kesên ku, xwe dikûjin ji sedî 1,3an zêde bûye. Ev zêdebûn herî zêde li bajarên bakurê Kurdîstanê tê dîtin.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê ew lêkolina xwe ya li ser xwe kuştinan ragihand û li gorî vê lêkolînêrêjeya wan kesên ku, xwe dikûjin gihîştiye ji sedî 4.11an. Di raporta TUÎKê de di nava wan bajarên ku, herî zêde ev rêje lê zêde bûye bajarên wek Qers û Dêrsimê ne. Li bajarê Qersê ev rêje 9.17 hatiye destnîşankirin li Dêrsimê jî 6.95.

Li gorî pisporan li bajarên ku niha şer û pevçûn lê heye, rêjeya xwe kuştinê hîn zêdetir e. Di heman demê de pispor ji wê yekê têr gilÎ û gazinc in ku ew nikarin li wan bajarên ku lê şer û pevçûnanhene lêkolînên xwe bikin.

Derbarê vê babetê de Psikiyatrist Dr. Burhanettîn Kaya wiha got:"Şer û pevçûnher li ser derûniya gel bandorekeneyînî ya mayinde dihêle. Ev yek di destpêkê wektêkçûna derûniyê xuya dike. Lê heger şer û pevçûn xelas nebin û çareseriyek peyda nebe,  ev yen dibinsedema xwe kuştinan an jî di pêşerojê de di jiyana wan kesan de dê bibe sedema kêşeyên mezin."

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li ser bandora şer û pevçûn û qedexeya derketina kolanan diyar kir ku, ji ber wan bûyeran,  li Cizîrê derûniya 50î kesî têk çûye û herî dawîn jî6 kesanxwe bi xwe kuştine. Herwiha Sariyildiz ragihand ku herî zêde rewşa zarokan xirab e û zarok her tim di nava tirsekê de ne.

Derbarê vê mijarê de Hevseroka Bajarê Qersê ya HDPê SevdaSubaşi ji K24ê re wiha axifî:"Keça apê min, apê min û xizmekî min li metropolê dijîn. Lê wekî li Kurdistanê her tim zexta polîs û jendermayan li ser wan hebû. Ji ber ku, wan nikaribûriyeke çareseriyê peyda bikinmixabin xwe kuştin.  Li gorî min, ne wanxwe, pergalê ew kuştine. Heger bi vî awayî şer û pevçûn berdewam bikin, dê hejmara wan kesên ku xwe dikûjin her zêdetir bibe. Lewre divê ji vê yekê re çareseriyek bê peyydakirin."       

Derûnînasan bal kişande ser wan salên 90î û dan zanîn ku, rewşa derûniya gelê bakûrê Kurdistanê ji ber aloziyên salên 90î ji xwe xirab bûbû. Gel hînajî ew travmayên wan salanji ser xwe neavêtiye, lê vê carê jî li rastî şer û pevçûnên tund yên ku, li herêmê dest pê kirin hat. Lewma ew trawmaya 90î û ya şer û pevçûnên dawîn li gorî pisporan dê di nava derûniya civakê de ku, dê bi salan wê berdewam bike wê rê li ber têkçûnên hîn girantir veke.

Fly Erbil Advertisment