Daxwaz ji hikumet a Turkîyayê dihê kirin gorr ê Şêx Seîd aşkera bike
Şêx Seîd di 91. emîn salvegera darvekirina xwe de li Stenbolê bi merasîmekê taybet hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de qala girîngiya tekoşîna Şêx Seîd a li Bakurê Kurdistanê hat kirin, beşdaran daxwaz ji rayedaran kirin ku gora Şêx Seîd ku hatiye veşartin were eşkerekirin.
K24- Istanbol
Şêx Seîd di 91. emîn salvegera darvekirina xwe de li Stenbolê bi merasîmekê taybet hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de qala girîngiya tekoşîna Şêx Seîd a li Bakurê Kurdistanê hat kirin, beşdaran daxwaz ji rayedaran kirin ku gora Şêx Seîd ku hatiye veşartin were eşkerekirin.
Di 91. emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd li Stenbolê bi merasîmekê hat bibîranîn. Di merasîma bîranînê de tekoşîna Şêx Seîd û rola wî ya di dîroka Kurdistanê de hat gotûbêj kirin.
Partiya Maf û Azadiyan HAKPAR ê li Stenbolê ji bo şexsîyetê mezin yê Kurdan Şêx Seîd yê ku beriya 91 salan hatibû îdamkirin merasîma bîranînê bi rêve bir.
Di merasîmê de serhildana Şêx seîd û tekoşîna wî ya li bakurê Kurdistanê bi hemî hurgiliyan ve hat vegotin û bi rêz hirmet hat bîr anîn.
Mistefa Ebdo-Endamê ENKS, got: Şêx Seîd şoreşa bo Kurdan kir. Belê hinek kêmasîyên wî hebûn. Ji ber ku hemî aliyên Kurdan piştgirî nedikir. Divê em ji van tecrube û aqilan bistînin. Wî her tişt bo mafê Kurdan kir.
Di merasîma bîranînê de endamên ENKS jî beşdar bûn û giringiya doza Şêx saîd anîn ziman.
Hemwelatîyek dibêje: Bi îdamkirina Şêx Seîd, kuştîna Kurdan jî dest pê kir. Piştî îdamkirina wan zext û zordariya li ser Kurdan zêde bûye. Em ê herdem wan bibîr bînin.
Di dawiya merasîmê de endamên ENKS Û HAKPARê xwestin cihê gora Şêx saîd, Seyît Riza û Seîde Kurdî bê eşkerekirin û rûmeta wan lê bê vegerandin.
Şêx Seîd di sala 1865'an de li Xarpêta bakurê Kurdistanê ji dayîk bû û di sala 1925 ji ber serhildanê ji aliyê rayedarên wê demê ên Tirkiyê ve hat îdamkirin.