Mezlûm Ebdî: Ji bo çareserkirina dosyaya dadgehê û zimanê Kurdî derfetê bidin danûstandinan

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bang li gelê herêmê û bi taybetî li ciwanan kir ku ji bo serkeftina danûstandinên bi hikûmetê re, aram bin û derfetê bidin çareserkirina dosyaya dadwerî û pirsgirêka tebeleya Koşka Dadê ya Hesekê.

Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de behsa astengiyên di dosyaya dadweriyê de kir ku beşek e ji rêkeftina 29ê Çileyê. Ebdî diyar kir, di heftiyên borî de ji ber nebûna mekanîzmayeke zelal a tevlîbûna dadwerên Rêveberiya Xweser nav sîstema hikûmetê, hinek alozî derketibûn. Lê wî aşkere kir ku piştî civînên li Şam û herêmê, lihevkirinek çêbûye ku dadwerên Rêveberiya Xweser neyên piştguhkirin û piştî dewreyên perwerdehiyê di mehkemeyan de cih bigirin.

Pirsgirêka Tebeleya bi Erebî û Sozên Hikûmetê

Derbarê rakirina zimanê Kurdî ji ser tabelaya Koşka Dadê ya Hesekê ku bûbû sedema xwepêşandanên gel, Ebdî got: "Hikûmetê ev saziyeke serweriyê dît û xwast tenê bi Erebî bê nivîsandin. Me jî ji bo ku pirsgirêk di danûstandinan de çênebin, ev yek bi awayekî demkî qebûl kir. Piştre jî tenê bi Erebî hat nivîsandin. Lê me ev mijar dîsa anî ser maseya danûstandinan. Li bajarên mîna Kobanê, Qamişlo, Dêrik û Amûdê dê tabela bi du zimanan bin. Ji bo Hesekê jî, hikûmetê soz daye ku di qonaxeke din de, zimanê Kurdî li ser tabelayê were zêdekirin."

Girîngiya Koşka Dadê ji bo Karên Fermî

Mezlûm Ebdî bal kişand ser wê yekê ku sekinandina karên Koşka Dadê, bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dike. Herwiha got, çareserkirina vê dosyayê ji bo derxistina pasaportan, qeyda milkan, hilbijartin û gelek karên din ên îdarî mîna kilîtekê ye. Ebdî bang kir ku rê li ber "pêvajoya entegrasyonê" neyê girtin, da ku pirsgirêkên milet werin çareserkirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê di dawiyê de tekez kir, hestiyariya gel a ji bo parastina zimanê Kurdî cihê şanaziyê ye. Herwiha got, armanca wan a mayînde ew e ku di paşerojê de zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de bi awayekî fermî were çespandin.