Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê ket xwarê
Li bakurê rojhilatê Tirkiyê, bajarê Gîresûnê helîkoptereke leşkerî ket xwarê. Ji 14 efser û leşkerên Artêşa Tirk ku di helîkopterê de bûn, agahî nehate girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bakurê rojhilatê Tirkiyê, bajarê Gîresûnê helîkoptereke leşkerî ket xwarê. Ji 14 efser û leşkerên Artêşa Tirk ku di helîkopterê de bûn, agahî nehate girtin.
Helîkopterê ku Fermandarê Cendermeyên Herêmê û 3 efserên payebilind tevî hevserên xwe bi giştî 14 kes tê de bûn, li bejahiya navçeya Alûcra, zozanên Tohûmlukê ket xwarê.
Ajansa nûçeyan Îhlasê ragehand ku, gundiyan xwe gihandine helîkopterê û destnîşan dikin ku, efserekî canê xwe ji dest daye û 2 efser jî giran birîndar in. Lê agahiyên zelal ji herêmê nehatin girtin. Her wiha tîmên hawarçûnê jî xwe gihandin cihê bûyerê.
Fermandarê Cendermeyên navçeyê Mûstafa Dogru, bo pîrozbahiya cejna Remezanê diçû serdana hin malbatên leşkerên ku di şerê navçeyê de canê xwe ji dest dabûn, bikira.
Derbarê sedemê ketina helîkopterê de agahî nehat dayîn. Ajans, radigihînin ji ber mij û dûmanê helîkopter ketiye.
Gîresûn li bakurê Tirkiyê nêzîkî bajarê Sêwasa Bakurê Kurdistanê ye û li herêmê carinan şer di navbera Hêzên ewlekariya TirkIYê û gerîlayên PKKê rû dide.