ENKS li Ewropayê komkujiya Kobanê û Amûdê şermezar dike

Tê çaverêkirin ku, Serokê ENKS Ibrahîm Biro û serkirdeyên çend partiyan beşdarî wê çalakiyê bibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Encûnema Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li bajarê Dortmondê yê Almanyayê komkujiya bajarê Kobanê Amûdê şermezar dike.

Biryare îro, li bajarê Dortmondê yê Almanyayê nûneratiya Encûnema Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) li Ewropayê

bi armanca şermezarkirina komkujiya Kobanê û Amûdê, herwiha girtina xelkê bi zorê ji aliyê rejîma Sûriyê û Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya girtiyên siyasî çalakiyekê lidar dixe.

Tê çaverêkirin ku, Serokê ENKS Ibrahîm Biro û serkirdeyên çend partiyan beşdarî wê çalakiyê bibin.