Dayikên Şemiyê çarenivîsa kurên xwe pirs dikin

Dayikên Şemiyê û xizmên kesên di binçavkirinan de hatine windakirin, di hefteya 589'emîn de, dîsa li Meydana Galatasarayî ya Stenbolê hatin ba hev û ji dewletê pirs kirin: “Hurşîd Kultur li ku derê ye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Dayikên Şemiyê û xizmên kesên di binçavkirinan de hatine windakirin, di hefteya 589'emîn de, dîsa li Meydana Galatasarayî ya Stenbolê hatin ba hev û ji dewletê pirs kirin: “Hurşîd Kultur li ku derê ye.”

Dayikên, kesên ku ji hêla hêzên ewlekariya Tirkiyê ve bi aşkera yan veşartî hatine binçavkirin û hatine windakirin, li Meydana Galatasaraya Stenbolê civiyan.

Hêzên ewlekariyê li dor komê bergiriyên ewlekariyê girtin û kesên ku beşdarî çalakiyê bûn kontrol kirin.

Di hefteya 589'emîn de, dayîk û xizmên winda û kesên piştevaniyê didin, bi yek dengî aqûbeta Hurşîd Kulter ku ev 44 roj in, agahî jê nayê girtin pirsîn.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan Evrim Baykondu di çalakiyê de got: "Dewlet neçar e jiyana welatiyên xwe biparêze. Dewleta Tirkiyê vê yekê bicih nayîne. Em vê bêdengiyê nas dikin. Dema li Şirnexê bi sedan kes di binçavan de hatibûn windakirin heman bêdengî hebû. Em bang li Desteya Çavdêriya Dewletê ku girêdayî Serokomartiyê ye dikin ku, bersiva pirsa dayîka Hurşîd Kulter ya dibêje - Kurê min Hurşîd Kulter li ku derê ye? - bide.”

Di çalakiyê de name û helbesên kesên ku berê hatin windakirin jî hatin xwendin.

Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî di nav de hin siyasetmedar û çalakvanan jî piştgirî dan dayîkên Şemiyê û wêneyên kesên hatine windakirin, bilind kirin.

 

Fly Erbil Advertisment