kujerê zaroka 18 mehî tê bidarvekirin
Piştî lêkolîn û dadgehkirina li ser kuştina zarokeke 18 mehî, Dadgeha Dihokê biryara bidarvekirina tawanbarê wê tawanê da.
K24 - Dihok
Piştî lêkolîn û dadgehkirina li ser kuştina zarokeke 18 mehî, Dadgeha Dihokê biryara bidarvekirina tawanbarê wê tawanê da.
Peyamnêrê K24ê li Dihokê ragihand ku, îro rûniştina Dadgeha Dihokê derbarê bûyera xeniqandina zarokeke 18 mehî bidawî hat, dadgehê jî biryara bidarvekirina tawanbarê 26 salî da.
Berî du hefteyan, zarokeke 18 mehî bi navê Mîna li gundekî derdora Dihokê hate kuştin, piştre ew jî tawanbar hate girtin û îro jî dadgehê biryara bidarvekirina wî da.