Li du gundên Şirnexê qedexe tê ragihandin

Parêzgarê Şirnexê bo cara duyem derketina derve ya herdu gundên Gulyazî û Urtesiya Qilbana Şirnexê ragehand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Şirnexê bo cara duyem derketina derve ya herdu gundên Gulyazî û Urtesiya Qilbana Şirnexê ragehand.

Parêzgar Şirnexê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku, bi mebesta dest biserkirina teroristan li herdu gundên Gulyazî û Urtesiyê yên girêdayî Qilbanê ji îro demjimêr 3ê de derketina derve tê qedexekirin.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin ku, bi sedama parastina can û malê xelkê pêwîst e li ser bingehê madeya 32 ya yasaya 5443, kes dernekeve derve heta biryareke din derdikeve.

Îsal cara yekem di 14ê Adarê de qedexeya derketine derve ya Şernexê hate ragihandin û piraniya gund û bajêrokên wê jî li xwe girtin, lê belê vê carê tenê li du gundan tê ragihandin.

 

Fly Erbil Advertisment