Gulen: Bila komîsyonek navnetewî darbeyê lêkolîn bike
Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê piştî hewla darbeyê ji Amerîka daxwaza radestkirina Gulen kirin.

K24-Navenda Nûçeyan
Rêberê Cemaeta Gûlen li ser îdiayên destê wî li pişt darbeya leşkerî ya li Tirkiyê heye, diyar kir ku bila komîsyonek navnetewî darbeyê lêkolîn bike.
Serokomar û hikûmeta Tirkiyê Fethûllah Gulen bi hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ya li Tirkiyê gunehbar dikin. Li ser van axaftinan, Fethûllah Gulen bi rêya dezgehên ragihandinê yên weke New York Times, Financial Times, Sky News û The Guardian bersiva berpirsên Tirkiyê da.
Gûlen wiha got:"Min ti carî hewldanekî leşkerî rast nedîtiye. Min timî ji darbekaran darbe xwariye û ez li hemberî wan rawestiyame. Gûlen destnîşan kir ku bila komîsyonek navnetewî vê darbeyê lêkolîn bike, ez ji niha de encamên wê qebûl dikim."
Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê piştî hewla darbeyê ji Amerîka daxwaza radestkirina Gulen kirin. Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî diyar kir ku heta niha ti belgeyek daxwaza radestkirina Gulen bike ji wan re nehatiye.