Yûnanistanê ceza da 8 efserên Tirk
8 efserên Tirk ku piştî têkçûna hewldana derbeyê xwe spardibûn Yûnanistanê, derketin pêşberî dadgeha Yûnanî û ji binpêkirina yasaya sînoran, her yek 2 meh ceza girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
8 efserên Tirk ku piştî têkçûna hewldana derbeyê xwe spardibûn Yûnanistanê, derketin pêşberî dadgeha Yûnanî û ji binpêkirina yasaya sînoran, her yek 2 meh ceza girtin.
8 efser, îro derketin pêşberî Dadgeha Tawan ya Dedeaxacê û dan xuyakirin, ti pêwendiya wan bi hewldana derbeyê nîne û xwestin jî ku ew radestî Tirkiyê neyên kirin.
Efser jiber binpêkirina yasaya sînoran tawanbar hatin dîtin û her yekê 2 meh ceza girtin. Cezaya wan heta 3 salan hat paşxistin. Dadgehê biryar da ku, heta serlêdana penabertiyê encam bibe, dê efser di bin çavan de bin.
Serokomarê Tirkiyê dabû xuyakirin, Yûnanistanê soz daye ku, her 8 efser dê radestî Tirkiyê bên kirin. Wezîrê Derve yê Yûnanistanê da xuyakirin, proseya radestkirina leşkeran dest pê kiriye û piştî bidawîbûna serlêdana penabertiyê dê biryar bê dayîn.