Bo radestkirina Fethulah Gulen Du wezîr diçin Amerîkayê
Tirkiye Cemaeta Gulen wek rêxistina terorê binav dike .

K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Enerjî yê Tirkiyê Berat Albayrak beşdarî bernameya televîzyonek Tirkiyê bû û da xuyakirin, bo Amerîka Fethulah Gulen radestê Tirkiyê bike, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdax û Wezîrê Navxwe Efkan Ala di rojên pêş de wê biçin Amerîkayê.
Tirkiye Cemaeta Gulen wek rêxistina terorê binav dike û bi hewldana derbeyê tometbar dike û Fethulah Gulen jî wek serokê vê rêxistinê dibîne.
Fethulah Gulen, 20 sal in, li Amerîkayê Pensîlvanya dijî. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dabû xuyakirin, Tirkiyê bi awayek fermî daxwaza radestkirina Gulen ji wan nekiriye.