“Bi ragihandina rewşa awarte pêşiya derbekaran nayê girtin”

Hevserokê HDPê dibêje: “Bi ragihandina rewşa awarte, pêşiya derbekaran nayê girtin. Bilindkirina asta demokrasî bo derbekaran bergîriya herî mezin e.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê dibêje: “Bi ragihandina rewşa awarte, pêşiya derbekaran nayê girtin. Bilindkirina asta demokrasî bo derbekaran bergîriya herî mezin e.”

Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş li Parlementoya Tirkiyê di civîna koma partiyê xwe de got: "Ragehandina rewşa awarte çewtiyeke mezin e. Divê di nava hiqûqê de demokrasiyê pêşketî bê bicihkirin. Bi vê em dikarin dijî derbeyan rawestin.

Bi rewşa awarte, erk ji parlamentoyê tê girtin û radestê yek kesê tên kirin. Ji xwe hewesdarên vê jî gelek in.”

Demîrtaş got jî: “Em temaşeyê dîmenên êşkenceyê dikin. Hemberê kê were bikaranîn jî, îşkence tawanê hember mirovahî ye. Herwiha îfadeyên bi êşkenceyê di hiqûqê nayên qebûlkirin û dibe sedem ku, di demên pêş de ev derbekar serbest bên berdan.”

Herwiha Demîrtaş di berdewamiya xwe de got: “Hê aliyê siyasî yê derbeyê diyar nebûye.  Bawer dikim, ji nav AK Partî jî gelek kes beşdar bûne, qet nebe bêdeng mane. Bi derketina derveyî hiqûq hun nikarin dijî neheqiyan derkevin.”

 

Fly Erbil Advertisment